Îran: Em bang li NY û Konseya Ewlehiyê dikin ku destwerdaneke lezgîn bikin

Wezareta Karên Derve ya Îranê bang li welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî û welatên Îslamî kir ku êrîşên li ser Îranê şermezar bikin û li dijî wan bertekên bilez nîşan bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê ragihand ku Amerîka û Îsraîlê gelek binesaziyên parastinê û navendên sivîl ên li bajarên cuda yên Îranê kirine armanc.

Her wiha diyar kir ku ew êrîş di demekê de hatine kirin ku Îran û Amerîka di nava danûstandinan de bûn.

Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku ew niha "mijûlî parastina welêt û rûbirûbûna êrîşên leşkerî yên dijmin" in û wiha pê de çû:

"Çawa ku em ji bo danûstandinan amade bûn, em ji bo parastinê jî ji her demê amadetir in.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî dê bi heybet bersiva êrîşan bidin.

Di heman demê de, Wezareta Karên Derve ya Îranê bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê kir ku destwerdana bilez bikin.

Her wiha bangî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye