"Me di rojekê de 31 êrîş birin ser baregehên Amerîkayê"

Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê (Saraya Awliya El-Dam) ragihand ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve, di çarçoveya piştevaniya Îranê de 291 caran êriş li Îraq û Başûrê Kurdistanê pêkanîne û di encamê de 13 Amerîkî hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl û Amerîkayê ji 28`ê Sibatê dest bi êrîşa leşkerî li ser Îranê kir.

 

Îranê jî bersiv da û ji bilî Îsraîlê, êrîşî gelek welatên ku bargehên Amerîkayê lêye kir.

 

Bi taybetî Qeter, Îmarat û Behreyn bûn hedef, ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

 

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek berpirsên payebilind hatin kuştin.

 

Li gorî rayedarên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha hezar û 332 kes mirine.

 

Li aliyekî jî koma çekdar (Saraya Awliya El-Dam) ya xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dide naskirin, ku alîgirê rêjîma Îranê ye, êrîşî bargeh û nuqteyên Amerîkayê li Îraq û Başûrê Kurdistanê dike.

 

Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê li ser êrişên xwe yên dawî daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de komê ragihand ku wan di rojekê de bi 31 êrişan baregehên Amerîkayê yên li Îraq, Başûrê Kurdistanê û herêmê kirine hedef.

 

 

Koma Berxwedana Îslamî: Hejmara êrişên me gihîşt 291`ê

 

 

Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê de qala êrişên bi mûşek û dronan ên li ser baregehên Amerîkayê hat kirin.

 

Hat diyarkirin ku hejmara êrîşên wan ên li ser baregehên Amerîkayê di nava 12 rojan de gihîştiye 291`ê.

 

Her wiha di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di encama wan êrîşan de 13 Amerîkî mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye