Îranê pêla herî dijawr a 37'an a operasyona "Soza Rastîn-4" ragihand

Roja 12`emîn a şerê Îsraîl - Amerîka û Îranê, êrîşên herî dijwar, ji her du aliyan ve derdixe pêş. Supaya Pasdarên Îranê eşkere kir ku wan di pêla 37`an a êrîşan de 3 seatan bê navber, êrîş li ser deverên Îsraîl û baragehên Amerîkayê berdewam kiriye. Li gorî medyayên Îranê jî, Îsraîl û Amerîkayê êrîşên tund li dijî Îranê pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl - Amerîka û Îranê derbasî roja xwe ya 12`emîn bû ku ev roj û ya berî wê, ji rojên herî dijawr ên şerê di navbera her du aliyan de bû.

 

 

Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan pêla 37`an a Operasyona "Soza Rastîn 4" dest pê kiriye ku ji destpêka şer ve heta niha ya herî tund û giran e.

 

 

Supaya Padaran: Me binesaziya teknolojîk a Îsraîl û Amerîkî li herêmê kiriye hedef

 

 

Pasdaran eşkere kirin ku wan di pêla 37`an a êrîşan de ku êrîşê 3 seatan bê navber berdewam kir, binesaziya teknolojîk a Îsraîl û Amerîkî li herêmê kirine hedef.

 

Her wiha li gorî daxuyaniyê wan di vê êrîşa tund de, navenda ragihandinê ya satelîtê ya 'Hail' li başûrê Tel Avîvê cara duyemîn, her wiha navendên leşkerî li Beier Yaiakob, Qudsa Rojava û Heyfayê, digel hedefên berfireh ên Amerîkî li Hewlêrê û Baregeha Pêncemîn a Deryayî ya li herêmê, di bin agirê giran ê hêzên çekdar ên Îranê de bûn hedef.

 

Supaya Pasdaran da zanîn ku wan di vê êrîşê de mûşekên "Xurimşehr" ku her yek ji wan seriyekî 2 tonî hildigirt û mûşekên "Xeyber" û "Qedir" ku her yek ji wan seriyekî yek tonî hildigirt, bi kar anîne.

 

 

Pizîşkiyan: Niyeta me ne hedefgirtina welatên herêmê ye em tenê xwe diparêzin

 

Her wiha Serokê Îanê Mesûd Pizîşkiyan di derbarê êrîşên li ser welatên Ereban de daxuyanî da û got ku niyeta wan ne hedefgiritna wan welatan e, lê ew baragehên çavkaniya êrîşker hedef digirin.

 

 

 

Di êrîşên şeva borî de 29 Îsraîlî birîndar bûn

 

 

Rojnameya Israel Hayom ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de hejmara avêtina mûşekan ji Îranê ber bi Îsraîlê ve zêde bûye.

 

Xizmeta ambulansê ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşên bombebarana Îranê yên şeva borî de, 29 îsraîlî birîndar bûne.

 

Reutersê jî, belav kir ku heta niha 150 leşkerên amerîkî birîndar bûne.

 

 

Îsraîl-Amrîka li çend bajarên Îranê êrîşên tund pêk anîn

 

 

Her wiha li gorî medyayên îranî jî, rojên sêşemê û çarşemê rojên herî giran ji êrîşên li ser Îranê bûn.

 

Li gorî raporên giştî, li Girava Kiş çend caran dengên xurt ên teqînan hatine bihîstin.

 

Li Balafirgeha Şîrazê jî êrîş li ser balafireke leşkerî hatiye kirin.

 

Medyaya herêmî jî ragihand ku şeva sêşemê, Balafirgeha Şehirkurd li Bûşehr, Daştan û deverên li Qeşm û Îsfahanê bûne hedef.

 

Karbidestên îsraîlî dan xuyakirin ku heta niha herî kêm 75% ji navendên avêtina mûşekan ên Îranê hatine wêrankirin.

 

 

Amerîka: Me li nêzî Tengava Hurmuzê 16 keştîyên danîna mayînan ên Îranî wêran kirine

 

 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên wan, li nêzî Tengava Hurmuzê 16 keştiyên danîna mayînan ên îranî wêran kirine.

 

Di heman demê de Donald Trump hişyarî da ku divê her mînek ku ji hêla Îranê ve li tengavê hatî çandin, tavilê were rakirin.

 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî, got ku konsulxaneya Rûsya li bajarê Îsfahanê yê Îranê, di bombebarana vê hefteyê de zirar dîtiye.

 

Mariya Zaxarova got ku êrîşa li ser mîsyoneke dîplomatîk "binpêkirineke eşkere" ya peymanên navneteweyî ye û divê hemû alî, rêzê li "neguherîna avahiyên dîplomatîk" bigirin.

 

 

 

Amerîka: Heta ku dijmin neyê têkbirin em paşve gavan navêjin

 

 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku heta dijminê wan bi awayekî biryardar neyê têkbirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê paşve gav navêje û şerê xwe berdewam dikin.

 

 

Îsraîl: Şerê bi Îranê re dê berdewam bike

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saiar jî da zanîn ku şerê bi Îranê re dê berdewam bike, heta ku Îsraîl û Amerîkayê bibînin ku dema guncaw ji bo rawestandina şer hatiye.

 

 

Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Delfanê hat kuştin

 

Her wiha medyayên Îranê ragihandin ku wê îro çend fermandarên bilind ên Îranê ku di êrîşên Amerîka- Îsraîlê de hatibûn kuştin, werin veşartin.

 

Di heman demê de, Îranê ragihand ku Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê, Azîm Darbiyan di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate kuştin.

 

 

"1300 sivîlên Îranê di êrîşan de hatine kuştin û 9669 deverên sivîlan hatine wêrankirin"

 

 

Nûnerê daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, Emîr Seîd Îrvanî, bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li hember şerê berdewam ê li dijî welatê xwe, rexne kir û eşkere kir ku heta niha zêdetirî 1300 sivîlên Îranê  di êrîşan de hatine kuştin û 9669 deverên sivîlan hatine wêrankirin.

 

Di nava vî şerî de jî û li gorî Netblocksê ji 28`ê sibatê û heta niha înternêt li Îranê hatiye qutkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye