Yûsiv Pezeşkyan: Mucteba Xameneyî saxlem e û pirsgirêk tune ye

New York Times îdîa dike ku rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî di roja yekem a şer de ji lingan birîndar bû. Kur û şêwirmendê serokkomarê Îranê, Yûsiv Pezeşkyan ragihand ku Mucteba Xameneyî "saxlem" e. Her wiha, hin çavkaniyên payebilind ên Îranê ji Reutersê re gotine ku Pasdarên Şoreşa Îranê tayînkirina Mucteba Xameneyî ferz kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

New York Times îdîa kir ku Mucteba Xameneyî di roja yekem a şer de ji lingê xwe ve birîndar bû.

 

Du berpirsên leşkerî yên Îsraîlî ji heman rojnameyê re gotin ku dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê, li ser bingeha agahiyên ku kom kirine, texmîn kirine ku ew di roja yekem a şer de, di lingê xwe de birîndar bûye.

 

Yûsif Pezeşkyan, kur û şêwirmendê serokkomarê Îranê, ragihand: "Min nûçe bihîst ku Mojteba Xameneyî birîndar bûye. Min ji hevalên ku pê re têkilî danîne pirsî. Wan got ku ew saxlem e û ti pirsgirêk tune ye."

 

Berê jî raporên li ser birîndarbûna Mujteba Xameneyî di roja yekem a êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê de hatibûn weşandin.

 

Mojteba Xameneyî, ku du roj berê wekî rêberê sêyemîn ê Komara Îslamî hate tayînkirin, hîn peyamek nivîskî an vîdyoyek belav nekiriye û her wiha ji raya giştî dûr ketiye.

 

Televîzyona Îranî weşana xwe ya birêkûpêk piştî nîvê şeva yekşemê rawestand da ku "daxuyaniyek hestiyar" bixwîne.

 

Pêşkêşvanê televîzyonê piştrast kir ku Mucteba Xameneyî, kurê Elî Xameneyî, ji bo şûna bavê xwe hatiye hilbijartin.

 

Ev daxuyanî hefteyek piştî kuştina Elî Xamineyî di pêla yekem a êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê di 30'ê Adarê de hat.

 

Piştî vê bûyerê, di şert û mercên neasayî de pêvajoya hilbijartina serokê nû dest pê kir.

 

 

Reuters: Pasdarên Îranê tayînkirina Mucteba Xameneyî ferz kirine

 

 

Reuters îro da zanîn ku çavkaniyên payebilind ên Îranî gotine ku Pasdarên Şoreşa Îranê hilbijartina Mucteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê nû ferz kiriye.

 

Çavkaniyan got ku Pasdar, Mucteba wekî "guhertoyek nermtir" a bavê xwe dibînin ku dê piştgiriyê bide polîtîkayên vê hêza muhafezekar.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye