Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Em dê bi hêzeke leşkerî ya mezin operasyonan bidomînin

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di derbarê operasyonên şerê Îranê de hişyarî da û got: "Bila kes şaş nemîne, em dê bi hêzeke leşkerî ya mezin operasyonan bidomînin." Li aliyekî din jî serokê Ûkraynayê Zelensky ragihand ku Amerîka ji bo parastina hêzên xwe ji dronên Îranê piştgirî ji Ûkraynayê xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 28'ê Sibatê de Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dest bi şer kirin.

 

Her roj, her du alî jî daxuyaniyên tund li dijî hevdu belav dikin.

 

Duh Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth daxuyaniyek da.

 

Pete Hegseth, têkildarî operasyonên şerê Îranê hişyarî da û got:

 

“Bila kes şaş nemîne, em dê bi hêzeke leşkerî ya mezin operasyonan bidomînin.”

 

Hegseth: Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve

 

Hegseth, diyar kir ku di rojên destpêkê yên vê operasyonê de wan li dijî binesaziya leşkerî ya Îranê "lêdanên pir rast û wêranker" pêk anîne û wiha lê zêde kir:

 

“Îran, nikare di vî şerî de bi ser bikeve.”

 

Wezîrê Şer ê Amerîkayê, destnîşan kir ku hejmara cebilxane û çekên wan ên ji bo vê kampanyayê têra wan dike.

 

Her wiha Pete Hegseth, îdiayên Îranê yên ku "balafireke F-15 a Amerîkayê hatiye xistin" red kir û ew wekî "propaganda û derewên ku tenê ji bo xapandina gelê xwe têne kirin" bi nav kir.

 

Zelensky: Amerîkayê ji bo parastina hêzên xwe piştgirî ji Ûkraynayê xwest

 

Li aliyekî din jî Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Amerîka ji bo parastina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn ji dronên Îranê piştgirî ji Ûkraynayê xwestiye.

 

Zelensky li ser platforma X`ê nivîsand:

 

“Amerîkayê piştgirî ji me xwest, me jî talîmat da ji bo ku amûrên pêwîst û pisporên Ûkraynayî yên ku dikarin di vî warî de alîkariya ewlehiyê bikin, werin dabînkirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye