Li taxa Încirtepeyê ya navçeya Esenyurtê hinek kesên nenas bi otomobîlê hatin û bi demançeyê gule li 4 ciwanan reşandin, piştre jî ji cihê bûyerê reviyan.
Di encama êrişê de Diyar E. yê 19 salî, T.O. yê 19 salî, U.G. yê 21 salî û E.O. yê 19 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê her çar ciwanên birîndar birin nexweşxaneyê.
Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Diyar E. yê ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Dermankirina her sê birîndarên din jî berdewam e.
Polîsan ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatê kir û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.