Kîev: Êrîşeke Rûsyayê ya bi dronan agir bi depoyekê xist

Rûsyayê berbanga sibehê bi dronan êrîşî Kîevê paytexta Ûkraynayê kir. Di encama êrîşê de li herêma Svyatoshynskyi agir bi depoyekê ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê ragihand ku ji ber vê êrîşê avahiya depoyekê şewitiye û tîmên hawarçûnê ji bo rakirina şopên lêdanê xebatên xwe berdewam dikin. heta niha tu agahî derbarê kuştî an jî birîndaran de nehatine ragihandin.

Ev êrîş çend demjimêran piştî êrîşên dubare yên Rûsyayê yên roja sêşemê pêk hat, ku di wan êrîşên cuda yên li seranserê paytextê de kesek hatibû kuştin û 12 kesên din jî birîndar bibûn. Her wiha şahidekî ji ajansa Reutersê diyar kir ku sibeha çarşemê dengê teqînekê li Kîevê hatiye bihîstin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja sêşemê ragihandibû ku wan keştî û trêna barkirinê ya li benderên ku ji aliyê hêzên Ûkraynayê ve tên bikaranîn, kirine armanc. Rûsyayê da zanîn ku di çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî de, ferîbotek li bendera Chornomorsk, keştiyeke tanker li bendera Izmail û trênek li bendera Yuzhny dema bargirtina leşkerî de kirine armanc.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye