Pêvajoya berdana girtiyên di navbera aliyan de berdewam dike. Îro 49 dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatibûn girtin, azad hatin berdan.
Hêjayî bihirandinê ye ku beriya vê gavê, herî dawî di 26’ê Hizêranê de du şervanên din ên QSD’ê serbest hatibûn berdan.
Nûçegihanê me destnîşan kir ku tevî ku ev koma mezin a dîlgirtiyan hatibe berdan jî, lê agahî nîşan didin ku hîn jî hejmareke din a dîlgirtiyan di bin çavdêrî û girtina hikumeta veguhêz de ne û hewldanên ji bo azadkirina wan berdewam dikin.