Li Xezeyê hejmara qurbaniyên herifîna avahiya ziyanlîdîtî gihişt 10 kesan

Hejmara kesên ku di encama herifîna avahiyeke 6 qatî de li bajarê Xezeyê jiyana xwe ji dest dane gihişt 10 kesan. Parastina sivîl ya Xezeyê ragihand ku piştî derxistina cenazeyê zarokekî hejmar zêde bûye û zêdetirî 60 kesên din jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Parastina Sivîl Mehmûd Besel diyar kir ku avahiya bi navê "Al-Saada" ya ku ji 6 qatan pêk dihat, berbanga roja çarşemê li rojavayê bajarê Xezeyê herifiye. Ev avahî ji ber ku di dema şer de çend caran rastî bombebarana Îsraîlê hatibû, derz ketibûnê û ziyaneke mezin dîtibû. Bûyer di dema ku niştecihên avahiyê û malbatên koçber tê de radizan de qewimiye.

Avahî li ser niştcihên xwe û li ser konên koçberan ên li kêleka wê de hilweşiyaye. Tîmên rizgarkirinê ligel şaredariya Xezeyê ji bo gihîştina kesên asêmayî di xebatê de ne, lê ji ber kêmasiya giran a amûr û makîneyên giran, karê wan gelekî zehmet bûye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, cenazeyên pêşîn ên 6 kesan birine Kompleksa Bijîşkî ya Şîfayê.

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka şer ve di 7'ê Cotmeha 2023'an de, hejmara giştî ya kuştiyan gihiştiye 73,789 kesan û ya birîndaran jî gihiştiye 174,798 kesan. Her wiha hat diyar kirin ku ji dema destpêkirina agirbestê di 11'ê Cotmehê de, 1,375 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye