Îraq: Em ê ji bo Kampa Holê konferanseke navnetewî saz bikin

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî got ku Kampa Holê hîn jî gefeke ewlehiyê ye û wekî "bombeyeke demkî" ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Derbarê hevahengiya bi civaka navneteweyî re ya li ser dosyeya kampa holê Qasim Erecî diyarkir ku kamp gefeke ewlehiyê ye. 

Qasim Erecî da zanîn ku ji destpêka vê mehê nêzîkî 5 hezar malbatên Îraqî ji Kampa Holê vegeriyan malên xwe.

Erecî eşkere kir ku 26ê Îlonê li bajarê New Yorkê, Îraq dê li kêleka civînên komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, li ser Kampa Holê konferanseke navneteweyî saz bike.

Her wiha Qasim  tekez kir ku armanc  ew e ku 42 welat bên vexwandin da ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin.

Qasim Erecî destnîşan kir ku Îraq di mijara Kampa Holê de bi dostên xwe re alîkar dibe, taybet jî bi DYAyê re.

Li gorî amarên fermî yên Kampa Holê nêzîkî 27 hezar kes di kampê de dijîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24