Xebatê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî,xwişk-Biratî û Demokrasiyê û nîqaşên li ser rol û misyona wê dewamdikin.
DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên xwe yên nû yên komîsyonê ji Serokatiya Meclisê re şandin.
DEM Partiyê Parlementerê Stanbolê Celal Firat, AKP`ê wekîlê Denizliyê Cahit Ozkan, CHP`ê jî wekilê Enqereyê Umut Akdoxan pêşkêşî Serokatiya meclîsê kirin.
Komisyona di meclîsa Tirkiyê de hatiye ava kirin ji ber Partiya ÎYÎ tevlî ne bû 3`ê endamên ji partiya ÎYÎ re hatibûn diyar kirin li ser partiyê din hat belav kirin ji bo hejmara komisyonê temam bibe.
Bi awayek hemwext jî Bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoxan li Beştepeyê di çarçoveya pêvajoya heyî û Hevgirtina Neteweyî, xwişk-Biratî û Demokrasiyêde civînek hate lidarxistin.
Piştî civînê Serokkomarê Tirkiyê Erdoxan anî ser ziman ku bi avakirina komisyonê gaveke watedar hatiye avêtin û wiha got:
“Ev komisyon bi beşdariya partiyên muxalefetê hat damezrandin, ji bo ku meclîsa me cihê îradeya neteweyî ye, xwedî li vê pêvajoyê derkeve, gelekî girîng e.
Em ji vê xwedîderketinê kêfxweş in. Biryarên komisyonê bi yekdengî hatin girtin, ev jî pêşveçûneke hêvîdar e. Em hêvî dikin ku ev nêzîkatiya avaker dewam bike.”
Erdoxan: Em tevkariya komisyonê dikin
Her çend şêwazên jiyana me, nêrînên me yên siyasî û fikrên me cuda bin jî, ev yek naguherîne. Mijareke ku li ser aramî û paşeroja 86 milyonan bandor dike em piştgirî, tevkariyên û rexneyên her kesî girîng dibînin.
Baxçelî: Bi rêya komisyonê ewrên li ser aramiya welat tên belavkirin
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî girêdayî pêvajoya heyî û geşedanê rû didin daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Baxçelî têkildarî rola komisyona ku di meclîsê de hatiye avakirin got:
“Dê bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ewrên li ser aramî, hêvî û biratiyê bên belav kirin.”
Firat: Ji bo çareseriya demokratîk Kurd û Elewî heviyê diafirînin
Parlementerê DEM partiyê û endamê komisyonêl Celal Firat anî ser ziman ku, Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin û axiftinên xwe wisa domand:
“Polîtîkayên asîmîlasyonê divê bi dawî bibin pêvajo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Kurd û Elewî hêviyê diafirîne.”
Celal Firat diyar kir ku DEM Partî ne tenê ji komîsyonê her wiha ji gelên Tirkiyeyê jî bendewariyên xwe ji wê hene û wiha lê zêde kir: “Gelek hêviyên me ji vê komîsyonê hene şertê yekane yê demokrasiyê ava bike ev komîsyon e.”