Sekreterê Hizbulaha Libnanê: Em ê dest ji çekên xwe bernadin

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê, Naîm Qasim roja 27'ê nîsanê dijberiya xwe li hemberî dan û standinên di navbera Libnan û Îsraîlê de diyar kir. Naîm Qasim, got ku ti têkiliya Hizbulahê bi van dan û standinan re tune ye. Li aliyekî din, Serokê Libnanê Joseph Aown bersiva Qasim da û got ku armanca dan û standinan bidawîkirina şerê li Libnanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja duşemê, Sekreterê Giştî yê Hizbulahê, Naîm Qasim rayedarên Libnanê bi tawîzdayîna li hemberî Îsraîlê tawanbar kir.

Her wiha Naîm Qasim dijberiya Hizbulahê ya li hemberî dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re ragihand.

Qasim tekez kir ku Hizbulah li dijî dan û standinên rasterast ên di navbera rayedarên Libnan û Îsraîlî de ye.

Wî ev dan û standin wekî "şaştiyeke xeternak" bi nav kir, û hişyarî da ku pêvajoyeke wisa dikare welêt ber bi "çerxeke bê aramiyê" ve bibe.

Qasim: Ti têkiliya me bi dan û standinan re tune ye

Rayedarên Libnanê bi berdewamî tekez dikin ku armanca van dan û standinên ku bi navbeynkariya Amerîkayê têne kirin, ew e şer bi dawî bibe, Îsraîl ji başûrê Libnanê vekişe û penaber li  warên xwe vegerin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Li gorî me, ev dan û standinên rasterast encamên wan tune ne û têkiliya wan bi me re tune ye.

Em ê dest ji çekên xwe bernedin."

Tevî agirbestê jî, Îsraîl êrîşên hewayî û topbaranê, bi taybetî li ser başûrê Libnanê didomîne.

Hêzên Îsraîlê li gelek gundên sînorî yên Libnanê, operasyonên wêrankirin û bombebaranê yên berfireh pêk tînin.

Îsraîlê avakirina "xeta zer" ragihand, da ku bi dehan gundan ji Libnanê veqetîne.

'Xiyanet ji aliyê kesên ku welat kişandine nava şer de tê kirin'

Serokê Libnanê Joseph Aoun roja duşemê piştrast kir ku armanca dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re bidawîkirina şer e.

Joseph Aoun kesên ku welat kişandine nava şer wekî "xayîn" bi nav kir.

Piştî ku Hizbulahê dan û standinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de wekî "şaştiyeke xeternak" bi nav kir, ev axaftin ji Aoun hat.

Serokê Libnanê di dema hevdîtina xwe de ya bi şandeyeke ji herêma Hasibiyayê re, bersiva tawanên Hizbulahê da, bêyî ku navê Hizbulahê bîne ziman, Aoun axivî û wiha got:

"Armanca min ew e, ku ez dawî li şerê bi Îsraîlê re bînim, mîna peymana agirbestê".

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, di sala 1949`an de hatibû îmzekirin.

Joseph Aoun pirsî û wiha anî ziman:

"Gelo peymana agirbestê şermok bû?

Ez ji we re piştrast dikim ku ez ê qebûl nekim ku peymaneke şermok bi dest bixim.

Ew kesên ku em kişandine nava şer, ji ber ku me biryara çûyîna bo dan û standinan daye, bi hinceta nebûna lihevkirina neteweyî me berpirsiyar digirin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye