Li Îranê di qezayeke trafîkê de 12 kes birîndar bûn

Li Îranê li nêzîkî bajarê Seqizê yê parêzgeha Sîneyê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de 12 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qeza li ser rêya Bane-Seqizê li nêzîkî gundê Blecerê çêbû.

Hat ragihandin ku du otomobîlên taybet li hev dan û 12 kesên di erebê de birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku tîmên tenduristiyê destpêkê mûdaxaleya birîndaran kirine û ji bo dermankirinê vegûhestine nexweşxaneyê li bajarê Seqizê.

Li gorî Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye