Artêşa Îsraîlê: Hêzên me 4 kesên ku ji tunelekê derdiketin kuştine

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan di êrîşa li ser Refehê ya başûrê Xezeyê de 4 kes kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşê daxuyand ku her 4 kes ji tunelekê derdiketin û îddîa kir ku kesên hatine kuştin kiryarên xirab dikirin.

Ev bûyer piştî wê yekê hat ku hin çavkaniyan piştrast kirin ku danûstandin li ser çarenûsa endamên Hemasê ku di tunelan de asê mane, didomin.

Herî dawiyê jî Hemasê diyar kir ku di navbera 80 û 100 ji endamên wan di tunelan de asê mane.

Girêdayî plana Trump a bicihkirina hêzên navneteweyî li Xezeyê jî rayedarên Amerîkî gotin ku ji bo bicihanîna planê zehmetî tên kişandin.

Her wiha anîn ziman ku hin welatên ku wê beşdarî vê planê bibana gumanên wan zêde bûne.

Li gorî rojnameya Washington Post, gumana van dewletan ew e ku leşkerên werin danîn wê neçar bimînin li dijî Filistîniyan derkevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye