Hêzeke Îsraîlê li gundewarê Quneytira nuqteyeke leşkerî ya demkî ava kir

Îro hêzeke Îsraîlê ket gundê Samadaniya yê rojhilatî gundewarê Quneytra û xaleke konrolê ya demkî li wê derê ava kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li agahiyên North Press`ê hêzeke Îsraîlê ya ku ji sê wesayîtan pêk dihat di xala kontrolê ya El-Hemidiyê re derbasî gundewarê Quneytrayê bû.

Her wiha hat diyarkirin ku hêza Îsraîlê çend otobus lêgerîn kirin û nehiştin ku ew rêya xwe berdewam bikin.

Hate destnîşankirin ku niştecihên herêmê ji tirsa nêzîkî xala ku hatiye ava kirin, nibin.

Gundewarê Quneytra rojane şahidiya êrîşên Îsraîlê dike.

Her cara ku Hêzên Îsraîlê   derbasî gundekî dibin, lêgerînên berfireh li xanî û wesayîtan pêk tîn in, kesan digirin û wan dibin cihekî nediyar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye