Qasim di gotina xwe de anî ziman ku Hizbullah tenê li başûrê Çemê Lîtanî agirbestê nas dike.
Neîm Qasim diyar kir ku divê Îsraîl ji Lubnanê derkeve û dîlgirtiyan berde.
Beriya niha Amerîka û Îsraîlê ji hikûmeta Lubnanê xwestibû ku çekan ji destê Hizbullahê bigire û çek tenê di destê dewletê de bimînin.
Îna borî serokê Lubnanê Joseph Ewan teqez kiribû ku welatê wî pabendî lihevkirina rawestandina rageşiyê bi Îsraîlê re ye ku beriya salekê bi navbeynkariya Amerîka û Fransa hatibû îmzekirin.
Ewan got: " Lê mixabin, piştî 60 rojî ji vê lihevkirinê diviyabû Îsraîl bi temamî ji başûrê Lubnanê vekişiyaba, lê ew heta niha li wir e; 5 gir dagir kirine û êrîşên xwe zêde kirine."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev lihevkirin 27`ê Mijdara 2024`an ketibû meriyetê.