Birêvebirê Giştî yê SANA'yê Ziyad Mehamîd da zanîn ku wan li gorî têgihiştina weşangeriya modern, binesazî û amûrên saziyê bi temamî nû kirine û got:
"Me dezgeheke nû ya dîjîtal ava kir. Her wiha me yekîneyên nûçegihaniyê ava kirin ku wê hem li nav welêt û hem jî li derveyî welêt kar bikin."
Ziyad Mehamîd anî ziman ku piştî danasînê wê ofîsên li Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê dest bi weşana bi çend zimanan bikin.
Birêvebirê Giştî yê SANA'yê destnîşan kir ku ew plan dikin ku bi pênc zimanan weşanê bikin û ragihand ku li gel Îngilîzî, Fransî, Spanî û Tirkî ew ê dest bi weşana Kurdî jî bikin.
Danasîna ku SANA wê di 20'ê Tebaxê li Navenda Neteweyî ya Hunerên Dîtbarî ya li Şamê were lidarxistin.