Hate ragihandin ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, bi tenê li Tehranê nêzîkî 332 avahî zirar dîtin.
Şerê ku bi êrîşên Îsraîlê û bersivdayîna Îranê dest pê kir û 12 rojan dom kir. Piştî wê Amerîkayê êrîşî tesîsên nukleerî kir, agirbest hat ragihandin. Piştî van êrîşan hewldanên tespîtkirina zirarê li kolanên paytext Tehranê berdewam dikin.
Avahiyên ku hilweşiyane kavilên wan tên rakirin. Avahiyên ku zirar dîtine jî tên çêkirin.
Serokê Weqfa Xaniyan a Şoreşa Îslamî, Gulamriza Salihî, li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê re daxuyaniyeke da çapemeniyê.
Salihî di daxuyaniyê de wiha got: “ Li Îranê avahiyên ku herî zêde zirar dîtine li Tehran, Tebrîz û Gîlanê ye. Li van deran daneyên dawî tune be jî li Tehranê nêzîkî 332 avahî zirar dîtine.”
Salihî got ku avahiyên zirar dîtine dikarin werin hilweşandin û ji nû ve werin avakirin an jî avahiyên ku zirarên piçûk hene, dikarin werin tamîrkirin û wiha berdewam kir:
“Pakêtek darayî û ji nû ve sazkirinê hat amadekirin û me ew pêşkêşî hikûmetê kir. Eger roja yekşemê ji aliyê kabîneyê ve were pejirandin em ê hûrguliyên fînansekirina zirarê ya pakêta piştgiriya gel ragihînin.”
Rodî Bişeng