Li Şarm El Şêx ê Misirê peymana agirbesta Xezeyê hat îmzekirin

Di lûtkeya Şarm El Şêx ê Misirê de, Qeter, Tirkiye û Misir ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, peymana agirbestê ya Serokê Amerîkayê ji bo Xezeyê îmze kirin. Her wiha Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî biryar da ku xelata herî bilind a welêt, "Xelata Nîlê" bide Serokê Amerîkayê Donald Trump.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezeyê bidomînin û tekez bikin, duh li lûtkeya Şarm El Şêx ê Misirê, Qeter, Tirkiye û Misir ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, peymana agirbestê ya Serokê Amerîkayê ji bo Xezeyê îmze kirin.

Ev yek bi beşdariya serokên herêmî û navneteweyî pêk hat, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, ev gav wekî "rojek mezin ji bo Rojhilata Navîn" bi nav kir.

Donald Trump dema gihîşt Şarm El Şêx ji bo beşdarbûna lûtkeya bi navê Aştiyê ya Xezeyê, got ku qonaxa duyemîn a dan û standinan dest pê kiriye û hewldanên pêşerojê, wê li ser ji nû ve avakirin û bêçekkirina komên di nav Xezeyê de bisekinin.

Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî peyman weke "vekirina serdemeke nû ya aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn" bi nav kir.

Ebdulfetah El Sîsî di axaftina xwe ya lûtkeyê de, got: "Aştî hilbijartina me ya stratejîk e û ew tenê dikare li ser bingeha edalet û wekheviyê be."

Sîsî ragihand ku Misir wê di demek pêşîn de mazûvaniya lûtkeya "ji nû ve avakirina Xezeyê" bike û destnîşan kir ku welatê wî dê bi hemû aliyan re hevrêziyê bidomîne da ku bicîhanîna bendên peymanê misoger bike.

 

Serokê Misirê wê "Xelata Nîlê" bide Trump

 

Her wiha ji bo beşdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump yên berbiçav, di piştgiriya hewldanên aştiyê de û herî dawî jî rola wî ya di dawîkirina şerê Xezeyê de, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî biryar da ku xelata herî bilind a welêt, "Xelata Nîlê" bide wî.

Xelata Nîlê xelata herî bilind a sivîl ya li Misrê ye. Ew yekem car di dema serweriya Sultan Huseyîn Kamel de di sala 1915'an de, ji bo rêzgirtina li kesên ku "xizmetên berbiçav ji Misirê an mirovahiyê re kirine" hate pêşkêş kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye