Xelkên Libnanê yên koçber dest bi vegerê dikin

Xelkên Libnanê yên koçber dest bi vegera bo bajar û taxên xwe yên wêrankirî dikin. Di heman demê de, Serokê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku piştî vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê wê artêşa Libnanê li wir bi cih bibe. Joseph Aoun tekez kir ku çek wê tenê ji hêla hêzên ewlehiyê yên rewa ve werin girtin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz piştrast kir ku Îsraîl pabend e ku Hizbulahê bêçek bike, çi bi rêbazên leşkerî çi bi yên siyasî be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xelkên Libnanê yên koçber dest bi vegera bo bajar û taxên xwe yên wêrankirî dikin.

Lê piştî şer malên wan ne guncaw in ji bo jiyankirinê.

Ev yek jî bû sedema dudiliyê ku ew li wir bimînin an na, her wiha ew ji binpêkirina agirbesta di navbera Hizbulah û Îsraîlê de jî ditirsin.

Joseph Aoun: Artêşa Libnanê dê li başûr bi cih bibe

Serokê Libnanê Joseph Aoun piştrast kir ku artêşa Libnanê wê piştî vekişîna Îsraîlê ji deverên sînorî dest bi bicihbûna artêşê bike.

Aoun her wiha tekez kir ku wê ji bilî artêş û hêzên ewlehiyê yên rewa, li ser axa Libnanê ti hêzeke çekdarî tune be.

Aoun tekezî li ser helwesta dewleta Libnanê ya li ser xurtkirina agirbestê, misogerkirina vekişîna hêzên Îsraîlê ji deverên başûr, xebata ji bo azadkirina girtiyan û çareserkirina pirsgirêkên sînorî yên mayî, kir.

Yisrael Katz: Armanca me bêçekkirina Hizbulahê ye 

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di gotarekê de wiha got:

"Armanca me bêçekkirina Hizbulahê ye, çi bi rêbazên leşkerî yan siyasî be.

Ev armanca kampanyaya me bû."

Yisrael Katz da zanîn ku niha, bi beşdariya rasterast a Serokê Amerîkayê û pabendbûna wî bi vê armancê re, digel zexta li ser hikûmeta Libnanê, bertekên siyasî yên girîng derketine holê.

Wezîrê Îsraîlî got: "Em li hundirê Libnanê di lûtkeya şerê li dijî Hizbulahê de ne, bi agirbesteke deh rojî, Artêşa Îsraîlê wê hemû deverên ku girtiye biparêze."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku wan zêdetirî 1700 wêrankar kuştine, ku ev bi du qatan ji encama ku di şerê duyemîn ê Libnanê de derketibû zêdetir e.

Îro roja yekem ji agirbesta Libnanê ye, lê agirbesta di roja xwe ya yekem de hat binpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye