Di pêvajoya dawiyê de, Yekîtiya Ewropayê guherîneke berfireh di siyaseta xwe ya li hemberî Sûriyê de çêkir.
Li gorî belgeyekê ku Reutersê dîtiye; YE'yê plan dike ku têkiliyên siyasî bi Sûriyê re xurt bike û rê li ber têkiliyên aborî û ewlehiyê yên bihêztir veker.
Di wê belgeya ku ji aliyê beşa dîplomatîkê ya YE'yê ve hatiye amadekirin de û ji welatên endam re hatiye şandin, wiha hatiye gotin:
" Yekîtiya Ewropayê dê tevahî xebatên xwe yên li ser peymana hevkariyê ya ku di sala 1978'an de bi Sûriyê re hatiye îmzekirina, ji nû ve dest pê bike.
YE'yê di gulanê de bi rayedarên Sûriyê re dicive
Her wiha di belgeyê de hatiye diyarkirin ku wê di 11'ê Gulanê de diyalogeke siyasî ya payebilind bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re dest pê bike.
Di belgeyê de hatiye bibîrxistin ku wê ji nû ve sizayan ava bike û veguherîne, da ku bandora xwe biparêze.
Tevî ku piraniya sizayên rojavayî di dawiya sala borî de li ser Sûriyê hatine rakirin jî, Ehmed Şera hewil dide ku entegreyeke mezintir bi civaka navneteweyî re bike.
Belge planên ji bo xurtkirina hevkariya aborî destnîşan dike, di nav de çarçoveyek ji bo bazirganî û veberhênanê û piştgirîkirina reformên ji bo baştirkirina jîngeha karsaziyê jî hene.