Serokê Giştî yê Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezeyê,Îsmaîl Thawabta, bang li Îsraîlê kir ku dergehên sînor veke û destûrê bide ku alîkarî derbasî Xezeyê bibe.
Berdevka Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) Olga Cherefko, diyar kir ku pêdiviyên mirovî li Xezeyê gelekî kêm in û tekez kir ku agirbestê şer bi dawî anî.
Lê krîza mirovî bi dawî nekir.
Cherefko bang li civaka navneteweyî kir ku xebata xwe bidomîne.
Hemasê banga pêkanîna peymana agirbestê kir
Ji aliyê xwe ve, Hemas jî, bang li navbeynkaran kir ku zextê li Îsraîlê bikin, da ku peymana agirbestê binpê neke.
Di heman demê de, Tel Avîv li Hemasê gef xwar ku peymanê bi zorê bicîh bîne.
Îsraîlê li qalandiyayê Filistîniyek kuşt
Li Şerîaya Rojava, Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Filistîniyek li nêzîkî deriyê sînor ê Qalandiyayê ya li bakurê Qudsê, ji aliyê Îsraîlê ve, hat kuştin û destnîşan kir ku Artêşa Îsraîlê, ji serê sibê ve, êrîşî gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava dike.
Li Herêma Qizan El-Necar cenazeyên du kesan hat dîtin
Li aliyeke din, Parastina Sivîl li Xezzeyê eşkere kir ku cenazeyên du şehîdan li herêma Qizan el-Necar ya li başûrê Xan Yûnis, hatine dîtin.
"Di 24 saetan de, 25 şehîd ketin û 35 jî birîndar bûn"
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî, da xuyakirin ku di 24 saetên borî de, Nexweşxaneyên Xezzeyê 25 şehîd û 35 birîndar wergirtine.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezeyê, ragihand ku rêjeya wêranbûnê li Xezeyê gihîştiye nêzîkî ji sedî 90.
"Îsraîl berpirsiyarê kuştina rojnamevanan e"
Komîteya Parastina Rojnamevanan jî, îdîa kir ku Îsraîl berpirsiyarê ji sedî 95 ji kuştina rojnamevanan li Rojhilata Navîn e.
Daxwaz kir ku Îsraîl berpirsiyar bê dîtin û destûr bê dayîn ku medyaya navneteweyî bikeve Xezzeyê.
Îsraîl: Termê çaremîn ne ya ti dîlê Îsraîlî ye
Îro, Hemasê termên 4 îsraîlî teslîm kiribûn.
Lê artêşa Îsraîlê îdîa kir ku testên Enstîtuya Neteweyî ya Tiba Edlî piştrast kir ku termê kesekî ji wan çar termên, ku ji hêla Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) ve hatiye radestkirin, bi ti dîlê Îsraîlî re li hev nayê.
Artêşê bang li Hamasê kir ku hewlekê bide da ku cenazeyên dîlên Îsraîlî vegerîne.