Li Lubnanê erebeyek ji aliyê Îsraîlê ve hat armanc kirin: 3 kes hatin kuştin

reset font size increase font size

Îro li ser rêya Kefar Dejal a li başûrê Lubnanê, balefireke bêmirov a Îsraîlê 2 moşek avêtin erebeyekê.

Di encama êrîşê de erebe şewitî û 3 kes hatin kuştin.

Her demekê tê ragihandin ku Îsraîlê deverek li Lubnanê hedef girtiye. Îro jî Li bajarokê Kefar Dejal ê navçeya Nabatiyê  balefireke bê mirovî 2 moşek avêtin erebeyekê û li gorî Wezareta Tenduristiya Giştî ya Lubnanê, di êrişa Îsraîlê de 3 kes hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Nîştimanî ragihand ku, tîmên agirkujiyê û ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn, agir hat vemirandin û kuştî rakirin nexwaşxaneyê.

Çavkaniyan diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê ji sibehê ve li ser Nabatiyê difirin.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye