Ji despêkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku ji 13’ê Hezîranê ve pêk hatibû, gelek encamên xirab li pey xwe hiştin.
Îsraîl ji bo têkbirina projeya Nukleerî ya Îranê bi êrîşên yekem a bi navê ‘Şêrê ku bilind dibe’ li ser gelek bajarên Îranê şer ragihand.
Êrîşên Îsraîlê baregehên leşkerî, cihên pêşxistina Nukleerî û malên fermandarên payebilind ên Îranê, kir armanc.
Li gorî daxuyaniyên Artêşa Îsraîlê nêzî 20 fermandarên leşkerî yên payebilind, di nav de fermandarên Supaya Pasdaran û 14 zaniyarên Nukleerî, hatin kuştin.
Her wiha Îranê jî bi êrîşa xwe ya bi navê ‘Soza Rastîn3’ bersiv da êrîşên Îsraîlê.
Di vê êrîşê de Îranê bajarên Îsraîlê yên weke Tel Avîv, Quds, Beir El Sebi û Heyfayê bombebaran kir û zirareke mezin da binesaziya van bajaran.
Ji aliyekî din ve roja yekşemê bi telîmata Donald Trump cihên nûklerî yên Îranê bi navê Fordo, Natanz û Esfahanê hatin armanckirin
Li gorî daneyan di van şerê ku 12 roj in diqewimî de, li Îranê nêzî 600 kes hatine kuştin û 3 hezar û 56 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in. Li Îsraîlê jî 24 kes hatine kustin û hezar û 274 kes jî birîndar bûne.
Her wiha li gorî agahiyan bi hezaran sivîlên bajarên Tahranê û Tel Avîvê ji malên xwe derketin û berê xwe dan cihên bi ewle.
Ceylan Hesen