Gideon Sa'ar: Eger Libnan nikare tedbîran li hemberî hizbullahê bigire em ê bigirin

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar bi tundî êrîşî Serokomarê Libnanê Joseph Ewn û Serokwezîrê wî Newaf Salam kir û got ku Serokomar û serokwezîrê Libnanê ji êrîşa Îsraîlê li ser Hizbullahê şerm nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gideon Sa'ar li ser X`ê got ku tişta ku gerek dikir Hikûmeta Libnanê bikira, em dikin û wiha got:

“Piştî bi hezaran êrîşên ku ji Libnanê ve li dijî Îsraîlê hatin kirin, wan tu lêborînek nexwest, lê tercîh kir ku daxwazan bikin."

Her wiha Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar da zanîn ku hikûmeta Libnanê, ne Hizbullah bêçek kir, ne jî rê li ber wan girt û ne jî dê rê li ber êrîşên wê yên li ser Îsraîlê bigire û wiha lê zêde kir:

“Dema wan îdia kir ku herêm heta Çemê Lîtanî bêçek kiriye, derew kirin."

Gideon Sa'ar ji hikûmeta Libnanê re got, dem hatiye ku li dijî Hizbullahê tedbîr bêne girtin, ne bi gotinan, lê bi tevgerê û wiha bi dawî kir:

“Eger hûn nekarin vê yekê bikin, li pêşiya me jî, nebin asteng.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye