Îro bi erêkirina her du aliyan di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest hate ragihandin. Piştê ragihandina agirbestê Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisraîl Katz ragihand ku îranê agirbestê bipêkiriye.
Ev daxuyanî piştî ragihandina serokê DYA Donald Trump ji agirbestê re, hate belavkirin.
Îro jî artêşa Îsraîlê piştî ragihandina agirbestê bi 2 seat û nîvan diyar kir kupergalên parestinê yên Îsraîlê mûşekên Îranê di esîmana Îsraîlê de tespît kirin.
Ji aliyê Îranê ve jî, Serokê fermandariya giştî ya hêzên çekdar ê Îranê Edulrehîm Mosoyî avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve red kir.
Ajansa Tesnîm ya Îranê da zanîn ku avêtina mûşekan ji aliyê Îsraîlê ve, weke şerê derûnî ji bo binpêkirina agirbestê û dualîteyek di navbera diplomasî û meydanê de çêbibe, pêk tê.
Perwîn el Eyo