Li Stenbolê şewat derket

Li Stenbolê suka bazirganan şewat derket. Li gor agahiyên destpêkê şewat li Suka Bazirganan a Stenbolê (ÎSTOÇ) di dikanekê de destpê kiriye û belav bûye

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dikana ku lê şewat derketiye ji ber ku dikaneke meteryalên plastîk difroşê ye şewat di demeke kin de mezin bûye û li 4 dikanên din belav bûye. Gelek tîmên agirkujiyê sewqî herêmê hatine kirin.

Şewata ku di 06:30'an de dest pê kir, ji ber meteryalên plastîk hê jî neketiye bin kontrolê.

Ji ber şewatê li herêmê trafîk jî kîlît bûye. Di van kêliyan de jî tîmên agirkujiyê mûdaxaleyî şewatê dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24