Di medyaya dijîtal nav û wêneyên hin xwendekaran û pileyên wan hatine parvekirin.
Ji wan xwendekaran, xwendekarê bi navê Enese Emced Şuheyb e.
Enes ê ji 3100 pileyê 2696 pile qezenc kiriye, tevî bav û birayê xwe Eyhem û apê xwe Eymen û pismanên xwe Omer û Husên di êrişa li ser rêya gundê Seila yê rojavayê Siweydayê de, hatin kuştin.
Navê xwendekar Tala Husam El Şofî jî hate parvekirin. Tala ya ku ji 3100 pileyê 3090 pile qezenc kiriye, di rêwîtiya koçberiyê ya bi malbata xwe re hat qetilkirin.
Li gorî parvekirinan, serkeftina xwendekarê bi navê Merwan El Helebî jî hat ragihand.
Merwan, bav, dayik û birayê xwe, tevî 13 kesên din di komkujiyekê de hatin kuştin.