Îranê cezayê girtîgehê li 3'ê jinan birî

Dewleta Îranê cezayê girtîgehê li 3 jinên ku tevlî xwepêşandanan bûbûn, birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di nûçeyeke xwe de eşkere kir, ku cezayê girtîgehê li 2 xwîşkên bi navê Tara Dawudî û Kîmya Dawudî û çalakvana sivîl Sîma Mazlaghanî birî.

Hat diyarkirin ku li Kîmya Dawudî 10 sal û li Tara Dawudî jî 6 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û her du xwîşk li beşê jinan ê Girtîgeha Evînê tên ragirtin.

Li gorî heman malperê, her du xwîşk di dawiya meha çileya 2026’an de ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve hatine binçavkirin û êşkencekirin.

Ji aliyekî din ve, HRANA’yê der barê rewşa jineke Kurd de ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye binçavkirin, agahî parve kirin.

Li gor agahiyên rêxistinê, jina Kurd a bi navê Seher Mehdî ji xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, 46 roj in li girtîgeha Seqizê girtî ye û çarenûsa wê ne diyar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye