Wezîrê Karûbarên Civakî yê Talîbanê Sedîq Tohîdî ragihand ku di navbera salên 2025 û 2026’an de, li Kabulê 120 zarok di bin temenê 18 salî re winda bûne ku ji wan 85 keç in.
Sedîq Tohîdî diyar kir ku sala borî 505 zarok vegeriyane Efxanistanê û 85 zarok li navenda piştgiriyê ya wezaretê tên girtin.
Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî di Tîrmeha sala borî de ragihandibû ku wan vegera 6,700 zarokên bêkes ji Îranê ji bo Efxanistanê tomar kiriye.
Li gorî rapora Weqfa Mafên Zarokan a Hollandî ya 2026’an, di nav 194 welatên cîhanê de, Efxanistan bi puana 0.214, ji bo sala duyem a li pey hev di rêza herî dawî ya endeksa mafên zarokan a cîhanî de ye.