Bacên gumrikê yên nû yên Amerîkî li ser kelûpelên hawirdekirî, roja sêşemê, ketin meriyetê.
Dema ku Serok Donald Trump, hewl dide rojeva xwe ya bazirganiyê ji nû ve biguherîne, piştî ku Dadgeha Bilind rêzeke berfireh ji tarîfeyên cîhanî yên ku wî ferz kiribûn red kir.
Li gorî Ajansa France Presse, ev tarîfeyên nû, ku roja înê fermaneke rêveberiyê ji bo wan hat dayîn, armanc dikin ku şûna tarîfeyên keyfî yên heyî bigirin, ji bilî yên ku di peymanên bazirganî yên cûrbecûr de hatine îmzekirin ku bi piraniya hevkarên bazirganî yên sereke yên Dewletên Yekbûyî re hatine destnîşankirin.
Lê belê, ev xerc li şûna xercên sektorî yên ku ji sedî 10 heta ji sedî 50 li ser gelek pîşesaziyên wekî bakir, otomobîl û daristanan ku ji biryara Dadgeha Bilind bandor nebûne, nagire.
Roja înê, Trump ragihandibû ku wî fermaneke rêveberiyê îmze kiriye ku bacên nû yên ji sedî 10 li ser hemû welatan ferz dike, piştî ku Dadgeha Bilind bacên navneteweyî yên berfireh ên ku wî ferz kiribûn, betal kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, got:
"Ji bo min şerefeke mezin e ku ez ji Ofîsa Oval bacê navneteweyî ya %10 îmze bikim ku ji bo hemî welatan derbas dibe û dê hema hema tavilê bikeve meriyetê."
Lê hin aborînas dibêjin ku ev biryar yekser welatiyên Amerîkayê hedef digire, ji ber hemû kelûpelên ên ku derbasî Amerîkayê bibin, wê nirxên wan bilindtir bibin.
Malbata ku debara xwe bi hezar dolarî dikir, wê pêwîstiya wê ji hezar dolarî zêdetir hebe.