Li Kongoyê hejmara kesên ku bi vîrûsa ebola ketine û jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.
Komara Demokratîk a Kongo ragihand ku hejmara nexweşên ebolayê yên piştrastkirî gihîştiye hezar û 48 kesan.
Her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji desta dane gihiştiye 267 kesan.
Ji destpêka belavbûna vîrûsê ve, roja yekşemê cara yekem bû ku hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine 1000 kesî derbas dike.
Li Ugendayê hejmara kesên ku bi ebolayê ketine gihiştiye 20'an
Heman vîrûs li Ugendayê jî belav bibû lê ne wekî ku li Kongoyê belav bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Ugandayê bûyerek nû ya Ebolayê ragihand, bi vî awayî hejmara piştrastkirî ya nexweşên li Ugandayê gihiştiye 20an.
Malperek girêdayî Wezareta Tenduristiyê, nîşan da ku 14 kesji nexweşiyê rehet bûne, di heman demê de 4 nexweşên din jî tên dernankirin.
Her wiha du kesên din jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê anî ziman ku 5 kesên bi vîrûsê ketine welatiyên Ugandayê ne,15 kesên din jî ji derveyî Welat hatbûn.