Li Nîjerya 130 kesên revandî hatin berdan

Li Nîjeryayê, nêzîkî 130 xwendekar û karmendên ku meha borî ji dibistanekê hatibûn revandin, hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev bûyer li eyaleta Nîjerê ya li navenda welêt, pêk hat.

Tê payîn ku zarokên hatin berdan wê îro bigihîjin paytexta Nîjerê da ku li wir bigihîjin malbatên xwe.

Di 21ê Mijdarê de, çekdaran êrîşî dibistana Katolîk a bakurê Nîjeryayê kiribûn û 303 xwendekaran tevlî 12 mamosteyên wan dîl girtibûn.

Di salên dawî de, êrîşên komên çekdar li ser dibistanên Nîjeryayê zêde bûne.

Komên Çekdar, bi armanca fîdye ji malbatan bistinîn zarokan dîl digirin.

Ev yek, li Nîjeryayê ewlehîya perwerdehîya zarokan ji holê radike û bawerîya bi dewletê kêm dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye