Wezîrê Karên Hundir a Ukraynayê Îhor Kilîmînko ragihand ku di êrîşa dron û moşekên Rûsyayê de li Kîevê di destpêka sibeha duşemê de herî kêm 9 kes hatine kuştin.
Îhor Kilîmînko li ser hesabê xwe yê X`ê encamê êrîşê parvekir û diyar kir ku zirar gihiştiye malên sivîlan û nexweşxaneyan.
Şaredarê Kîevê Vîtalî Kilîtşko jî da zanîn ku li avahiyeke bilind a paytextê herî kêm 6 kes hatin kuştin. Rêveberiya leşkerî ya bajêr ragihand ku 33 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha hêzên Hewayî yên Ukraynayê destnîşan kirin ku di bombebaran dawî de 352 balafirên keşfê û 16 moşek li xaka Ukraynayê ketine û bi giranî Kîevê hadef hatiye girtin.
Rûsya di hefteyên dawî de êrişên xwe yên hewayî li hemberî Ukarynayê giran kir. Pêlek mezin a êrîşên dron û moşekan bi ser bi ser Ukraynayê de şandin.
Dema balafirên bê mirov li ser herêmê digeriyan û dengê teqînan hat bihîstin. Bi hezaran şêniyên Kîevê di serê sibeha duşemê de neçar man ku ber bi stargehan ve birevin.
Di êrîşan de yek stasyonên metroyê li Kîevê ku mirov di dema şer de xwe lê digirin ziyan lê hat.
Her wiha odeyên xwendinê û zanîngeh jî ji êrîşan bandor bûn
Rustem Elîko