Îranê baregeha Amerîka ya li Sûriyê kir armanc. Lê ev êriş ji aliyê bergiriyên hewayî yên Amerîkeyê li ser bargeha Qesrikê ve hate pûçkirin.
Piştî ku Amerîka navandên nukllerî yên Îranê kir armanc, Îran ragihand ku wê ev êrîş bê bersiv nemîne. Di 21`ê mehê de Îranê di saetên derengiya şevê de bi moşekekê êrîşî baregeha Qesrik ya li Hesekê kir. Bergiriyên hewayî yên Amerîkayê ew moşek bêbandor kir
Di dema destpêkirina êrîşê de bombeyên ronahiyê hatin avêtin û balafireke şer li ser asîmanên herêmê nizm firiya. Derbarê encamên êrîşê de ti agahî nehate parvekirin.
Baregeha Qesrik ya li Hesekê baregeha 4`emîne ku ji aliyê Îranê ve tê armanckirin.
Ev baregeh ji mezintirîn û girîngtirîn baregeha Amerîkayê ya li Hesekê ye û di baregehê de helîkopterê şer, balafirên keşfê û leşkerên Amerîka, Fransa û Îtalya hene.
Egîd Xelîl