Pêvajoya bicihanîna Peymana 29`ê Çileyê bi gav û hevdîtinên nû berdewam dike.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ji bo hevdîtinên bi berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re çûn Şamê.
Li ser pêşketinan dê hevdîtin bên kirin
Hat destnîşankirin ku şande wê derbarê mijarên hevpar û pêşketinên dawî yên ku li herêmê de, hevdîtinan pêk bîne.
Ev serdan di çarçoveya danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de wekî gaveke girîng tê dîtin.
Tirkiyê roleke neyînî dilîze
Di pêvajoya pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê de bandora Tirkiyê dibe sedema astengiyan.
Tirkiyê hem dagirkeriya xwe bi dawî nake û hem jî di aliyê gavavêtina Hikûmeta Veguhêz a Şamê de jî roleke neyînî dilîze.
Bi vê boneyê têkiliyên rasterast ên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, girîng tên dîtin.
Giran be jî pêşketin hene
Di aliyê vegera koçberan û serbestberdana girtiyan de pêşketin çêbûn.
Lê ev pêşketin li gorî dema ku divê pêk bên, dereng dimînin.
Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan û dirêjbûna pêvajoyê.
Tê payîn ku ev hevdîtin li ser vê mijarê, bandoreke erênî bike.