Di aboriya Cîhanê de girîngiya Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê Donald Turmp Tengava Hurmizê girt. Rojane 20 mîlyon bermîl neft di vê tengavê re derbas dibin. Girtina tengavê wê bandoreke neyînî li aboriya cîhanê bike. Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, ragihand ku domandina dan û standinan û egera îmzekirina peymanekê, di destê Îranê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de Tengava Hurmizê cihekî herî girîng digire.

 

Îran dixwaze vê kaxezê li gorî berjewendiyên xwe û ji bo bidawîbûneke şer a daimî bi kar bîne.

 

Serokê Amerîkayê Donald Turmp ragihand ku dê dorpêçê deyne ser benderên Îranê.

 

Wekî gava yekem, Trump ragihand ku hêza deryayî ya Amerîkayê dê yekser dest bi dorpêçkirina hemû wan keştiyan bike ku dixwazin têkevin nav Tengava Hurmizê yan jî jê derkevin.

 

Tengava Hurmizê bandorê li aboriya Cîhanê dike

 

Tengava Hurmizê rêyeke deryayî ya stratejîk e ku Kendava Besrayê bi Deryaya Umanê û Okyanûsa Hindî ve girê dide.

 

Di navbera Îran û Umanê de cih digire.

 

Ew xala derbasbûnê ya herî girîng a cîhanê ye ji bo veguhastina neft û gaza xwezayî ku rojane beşeke mezin ji enerjiyê tê re derbas dibe.

 

Rojane 20 milyon bermîl neft di Hurmizê re derbas dibin

 

Ji bo veguhastina neft û gazê, rojane zêdetirî 20 mîlyon bermîl neft tê re derbas dibin.

 

Tengava Hurmizê riyeke ji bo bazirganiya navneteweyî û tê de 11% ji bazirganiya cîhanî pêk tê.

 

Ew girêdana sereke ye di navbera hilberînerên Kendavê û bazarên Asya û Ewropayê de.

 

Her aloziyek li wir rasterast bandorê li bihayên Neft, gaz û enerjiyê dike û bandoreke neyînî li aboriya cîhanî dike.

 

Girtina Tengava Hurmizê ku dergeheke sereke ye ji bo zêdetirî 20% ji dabînkirina petrola cîhanê, dibe sedema krîzeke aborî.

 

Beriya êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li dijî Îranê her bermîleke neftê bi 60 heta 70 dolarî dihat firotin, lê niha her bermîlek nêzîka 120 dolarî tê firotin.

 

Ne tenê ev, bi petrolê re madeyên xwarin, derman û her tiştên din, nirxên wan têne buhakirin.

 

Li gorî daneyan niha ji ber girtina Hurmizê gelek dewletên Kendavê îxracata wan di asteke mezin de sekiniye.

 

Bi tevahî dewletên Kendavê rojê nêzî 2.3 milyar dolar zirarê dikin.

 

Îran qebûl nake Hurmiz ji bin kontrola wê derkeve

 

Îran dixwaze vê dosyayê wekî çek di dan û standinên bi Amerîkayê re bi kar bîne.

 

11'ê vê mehê şandiyên her du welatên dijber li peytexta Pakistanê Îslamabadê, ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bidawîbûna şer li hev civiyan.

 

 

Îro alîkarê Serokê Amerîkayê J D Vance, ragihand ku domandina dan û standinan û egera îmzekirina peymanekê, di destê Îranê de ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye