Li Tirkiyê, di van demên dawî de di nava civaka Tirkiyê de hevdu kuştin her diçe zêdetir dibe
Bûyera dawî jî duh li Tarsusa navçeya Mersînê qewimî.
Kesê bi navê Metîn Ozturk yê 37 salî, salek berê ku dikana goştfiroş û xwaringehê ya li Taxa Kadelli ya navçeya Tarsusê dixebitî, bi demançeyê êrîşî xebatkar Ahmet Ercan ê 18 salî û xwediye cihê kar Sabrî Pan ê 30 salî kir û ew kuştin.
Piştî êrîşa li ser xwaringehê, Metin Ozturk gule li kesên li dora xwe reşandin û dû re jî siwarî otomobîla xwe bû.
Kujer ku bi otomobîleke spî ji cihê bûyerê reviya, li benzînxaneyekê li taxa Yenîkoyê, ajokarê kamyonê Gokay Sefiloglu yê 50 salî kuşt.
Di dema revê de, li taxa Darıpınarı ya navçeya Çamlıyayla bi çekê li hevjîna xwe ya berê Arzu Ozden dema ku ew li kêleka rê dimeşiya da û ew kuşt.
Di êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin
Li taxa Yenîkoyê, Abdullah Koca jî kuşt.
Kujerê ku reviya, şivanekî ciwan ê bi navê Yusuf Oktay li taxa Karakutukê kuşt.
Di êrîşê de, kujer her wiha li ser rê heşt kes birîndar kirin.
Birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê û nexweşxaneyên din ên derdorê.
Di mala ku xwe lê veşartibû kujer xwe jî kuşt
Piştî wehşetê ku bû sedema kuştina 6 kesan û birîndarbûna 8 kesan, gelek tîmên jendermeyan ji bo girtina êrîşkar sewk li heremê hatin kirin.
Operasyona girtina vî kesî ku tê texmînkirin reviyaye nav daristanê, heta sibehê berdewam kir.
Di dema lêgerînê de, tîmên jendermeyan tespît kirin ku kujer li malekê li devera Çokakê, li gundewarê taxa Karakutukê ye.
Di dema operasyonê de, wî kesî bi çeka ku hilgirtibû xwe kuşt.
Walîtiya Mêrsînê derbarê êrîşên ku bûn sedema mirina 6 kesan û birîndarbûna 8 kesên din daxuyaniyek da û got:
"Hatiye tespîtkirin ku gumanbar gelek caran ji ber bikaranîna madeyên hişbir hatiye nexweşxaneyan û teşhîsên wî yên psîkiyatrîk ên cûrbecûr hene.
Lêpirsînên li ser bûyerê ji aliyê yekîneyên me yên ewlehiyê ve bi baldarî berdewam dikin, û pêvajoyên dadwerî û îdarî didomin."
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku duh saet 13:52'an de agahî wergirtine ku li taxa Kadellî ya navçeya Tarsusê êrîşeke çekdarî çêbûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî agahdariyê tîmên tenduristiyê û yên ewlehîyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin û ev agahî hatin dayîn:
"Di encama van bûyeran de, 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û 8 jî birîndar bûne.
Welatiyên birîndar niha li navendên tenduristiyê yên têkildar têne dermankirin."
RTUK qedexeya weşanê îlan kir
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ragihand ku derbarê êrîşa çekdarî ya li navçeya Tarsusê ya Mersînê de qedexeya weşanê hatiye îlankirin.