Bi çar mûşekan êrîşek li ser kampa Sûrdaşê hat kirin

Duh bi şev hate ragihandin ku bi 4 mûşekan êrîşek li ser Kampa Sûrdaşê ya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Lê ti ziyanên canî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî agirbesta di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Roj Newsê ragihandine, duh bi şev bi 4 mûşekan êrîşek li ser Kampa Sûrdaşê ya li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Hat diyar kirin ku di encamê de ti ziyanên canî çênebûne, tenê ziyanên madî hene.

Li Zaxoyê agir bi kampeke Êzidiyan ket

Li aliyekî din jî, duh di saetên êvarê de li Kampa Derkarê ya ku dikeve di sînorê Zaxoyê de, agir bi 2 konên malbatên koçber ên Êzidî ket.

Rêveberiya Parastina Sivîl diyar kir ku sedema agir şorta elektirîkê bû.

Tîmên Parastina Sivîl gihîştin cihê bûyerê û destwerdan kir.

Di şewatê de 2 kon bi temamî tune bûn, lê ti ziyanên canî çênebûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye