Ev 8 sale ku Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, guherînên demografî û çandî didomîne û niha jî 5 gundên Efrîn veguherandiye cihên leşkerî û bi vê yekê jî rê nade niştecihên resen ku vegerin cih û warên xwe.
"Divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrîn derkevin"
Derbarê mijarê de Çalakvanê hiqûqî Îbrahîm Şêxo diyar kir ku 5 gund hîna di bin çavdêriya rasterast a dewleta Tirk a dagirker de ne û ev agahî dan:
"Gundên Çiyê û Derwîş ên bajarê Racoyê, gundê Şêxorzê yê girêdayê bajarokê Bilbilê, gundên Basilê û Cilbirê yên Şêrawa, rasterast di bin çavdêriya Tirkan de ne ku baregehên leşkerên Tirk lê hene."
Şêxo destnîşan kir ku ev gund bûne baregehên dagirkeran û vegera koçberan a li van gundan qedexe ye.
Çalakvan Îbrahîm Şêxo di dawiyê de got: “Divê dewleta Tirk, çete û kesên li Efrînê hatine bicihkirin jê derkevin, divê vegera komî ya koçberan were garantîkirin, rêveberiyek ji şêniyên Efrînê were avakirin.”
Waliyê Tirkiyê qebûl nekir ku rasterast Efrînê radestî hikumeta şamê bike
Her wiha Waliyê Tirkiyê di çileya îsal de anîbû ziman ku wê mijarê bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, lê waliyê Tirk ê berpirsê Meclisa Xwecih a Efrînê qebûl nekir ku rasterast herêm û meclisên wê yên xwecih radestî hikumeta Şamê bike.
"Alên tirkiyê li avahiyên efrînê hildane û qedexe ye mirov nêzî van avahiyan bibin"
Di heman demê de alên Tirkiyê li avahiyên sivîl, leşkerî û ewlehî yên derdora Nexweşxaneya Avrînê hatin hildan û bêyî destûrê jî qedexe ye mirov nêzî van avahiyan bibin.
Dewleta Tirk hemû cihên heremê guhertine
Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên tirkkirina çand û demografiya herêmê de hemû çerxerêyên herêmê guhertine.
Avahiya Seraya (Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a beriya dagirkiriyê) ya li Efrînê bûye cihê Waliyê Tirk, ku berpirs û leşkerên artêşa Tirk a dagirker lê dimînin.
Neteweyên Yekbûyî: Vegera koçberên Efrînê ji ber dewleta tirk sînordar bûye
Her wiha li gorî Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî nêzî nîv mîlyon penaberên Sûriyê vegeriyane warên xwe, lê bi sedema dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, vegera koçberên Efrînê li cih û warên xwe sînordar bûye.
"Hikumeta Şamê ne xwedî biryar e"
Di 10’ê Adarê de QSD’ê û hikumeta Şamê peymanek îmze kir. Yek ji bendên peymanê garantiya vegera koçberan û parastina wê ji aliyê dewleta Sûriyê ve ye.
Lê heya niha hikumeta Şamê ne xwedî biryar e, lê biryar di destê dewleta Tirk de ye.