Sibê Roja Zimanê Kurdî ye.
Ji ber ku di 15'ê gulana 1932'yan de, yekemîn hejmara Kovara Hawarê ligel tîpên bi Kurdî hat weşandin.
Bi vê boneyê, Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê daxuyaniyek da û wiha got:
"Her sal 15’ê gulanê weke Roja Zimanê Kurdî yan Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Di salnameya Kurdî de cihê xwe girtiye û bi demê re standart bi dest xistiye.
Ji wê rojê û heta niha, Kurd li seranserê cîhanê vê rojê pîroz dikin.
Ev pîrozbahî di heman demê de peyameke nûkirin, xwedîlêderketin û jinûvemisogerkirina aîdiyeta neteweyî û nasnameya Kurdî ye."
KNK: Divê zimanê Kurdî were parastin û xurtkirin
KNK' da zanîn ku divê ziman were parastin û wiha got:
"Ziman bingeha nasnameya gelê Kurd e û divê were parastin û xurtkirin.
Ji ber vê yekê ziman ne tenê mijara gihandinê ye! Belkî ew pirsa hebûn û windabûnê ye.
Îro ziman bûye welatek ku her Kurdek lê kom dibe û nasname û kesayetiya xwe dest nîşan dike."
KNK'ê eşkere kir ku divê malbat ji zarokatiyê de bi rêya çîrokbêjiyê zarokan hînî zimanê Kurdî bikin.
Di asta perwerdehiyê de jî, KNK'ê got ku divê mijara zimanê Kurdî bi rêya destûrê di pêvajoya perwerdehiyê de cih bigire.
KNK'ê da zanîn ku divê zimanê Kurdî di medyaya civakî de were bikaranîn û xurtkirin.
Di dawiyê de, KNK'ê rakirina zimanê Kurdî ji tabloya dadgeha Hesekê, biryara hikûmeta Tirkiyê ya qedexekirina xutbeyên olî bi zimanê Kurdî û biryarên dewleta Îranê yên li dijî zimanê Kurdî şermezar kirin.