Li bajarê Tebqa yê girêdayî Reqayê, Hêzên Erka Xweparastinê, Malbetên Şehîdan û rûspiyên êlên bajêr tevlî civînê bûn.
Fermandarê giştî yê Hêzên Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd got ku ev proje tevahiya pêkhateyên herêmê himêz dike û hêzên leşkerî jî vê projeyê diparêzin.
Hevserokê Meclisa Rêvebera a Tebqayê Hamid El Ferec diyar kir ku ji bo parastina vê axê, zêdetirî 12 hezar şervan şehîd bûne û 20 hezar şervanên din birîndar bûne.
Hamid El Ferec ev yek jî anî ziman ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û tevahiya netewe û olên herêmê li xwe digire.