Li Erebistana Siûdî 8 kes hatine darvekirin

Li Erebistana Siûdiyê di roja şemiyê de 8 kes hatin darvekirin, 7 ji wan ji ber qaçaxçîtiya tiryakê ceza girtibûn û yê 8`an jî ji ber kuştina dayika xwe hat darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê van darvekirinan de, agahiyên ku hatin ragihandin, 4 kes Somalî ne û 3 kes jî Etyopî ne, ji ber derbaskirina "xaşxaşê" bi awayekî veşartî û yê 8`an jî welatiyê Siûdiyê bû û ji ber kuştina dayika xwe, ew jî hat darvekirin.

 

Ev her 8 kes li herêma Necran a Başûrê vî welatî hatin cezakirin.

 

Rêxistinên mafên mirovan destnîşan kirin ku ev darvekirin, zirarê dide nûjenbûna welêt.

 

Her wiha ji destpêka 2025`an ve 230 kes li Erebistana Siûdî hatine darvekirin, ji van kesan 154 ji ber tiryakê ev ceza li ser wan hat bicihkirin.

 

Di 2024`an de 338 kes li Erebistana Siûdiyê hatibûn darvekirin û dibe ku îsal hejmar ji ya sala par zêdetir bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24