Îranê bi armanca xurtkirina hêza xwe ya leşkerî roja yekşemê avakirina Mecliseke Parastina Neteweyî ya nû ragihand.
Hate gotin ku ev meclis wê ji aliyê Serok Mesûd Pezeshkian, were birêvebirin û berpirsên payebilind, di nav de serokê parlementoyê, serokê dadweriyê û wezîrên ji dezgehên peywendîdar, hebin.
Ev konsey li gorî madeya 176 a destûra bingehîn ji aliyê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ve hat pejirandin.
Serfermandarê artêşa Îranê Emîr Hatemî li ser gefên Îsraîlê hişyarî da û tekez kir ku mûşek û dronên wan amadene ku bersiv bidin êrîşan.