6 Welatan ragihandin ku ew amade ne ku tengava Hurmuzê ewle bikin

6 welatan ragihand ku ew amade ne ku Tengava Hurmuzê ewle bikin û ji Îranê xwest ku êrişên li ser tesîsên enerjiyê rawestîne. Li alîyekî din jî Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Scott Bisnett got: "Dibe ku Washington keştiyên petrolê yên Îranê yên di veguhestinê de ceza neke. Her wiha hin welatên Ewropî ragihandin ku wê piştgirîya Amerîka di opirasyonên leşgerî de nekin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Hollanda û Japonya îro êrişên Îranê yên li ser binesaziya enerjiyê ya sivîl li Kendavê şermezar kirin û ragihandin ku ew amadene ku beşdarî ewlekirina Tengava Hurmuzê bibin.

 

Di daxuyaniyek hevbeş de, van welatan gotin: "Em banga rawestandina tavilê û giştî ya êrişên li ser binesaziya sivîl, bi taybetî tesîsên petrol û gazê dikin."

 

Van 6 welatan wiha dan zanîn: "Em amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di hewldanên pêwîst de ji bo misogerkirina ewlehiya derbasbûnê di Tengava Hurmuzê de radigihînin."

 

"Dibe ku DYA keştiyên petrolê yên Îranî yên ku asê mane ceza neke"

 

Wezîrê Xezîneya DYAˊyê Scott Bisnett diyar kir ku DYAˊyê lêkolîn dike ku keştiyên petrolê yên Îranê yên asê mane ceza neke.

 

Scott Bisnett îro diyar kir ku Washington, ji ber bihayên enerjiyê yên zêde yên ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn çêdibin, dibe ku cezayên li ser keştiyên petrola Îranê yên ku li ser tankeran hatine hilanîn rake.

 

Di hevpeyvînekê de bi Fox Business Network re, Bisnett anî ziman dibe ku hikumeta Amerîka jî serî li berdana mîqdarên zêde ji rezervên xwe yên stratejîk ên petrolê bide.

 

DYAˊyê vê dawiyê bi awayekî demkî destûr da firotina petrola Rûsyayê ya di bin dorpêçê de ku li deryayê bûn.

 

Welatên Ewropî red kirin ku alîkariya Amerîkayê bikin

 

Welatên mezin ên Ewropî red kirin ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser ewlekirina deriyavaniya li Tengava Hormuzê an beşdarbûna di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de bikin.

 

Ev yek jî pirsên li ser pêşeroja NATOyê derxist holê.

 

Serokên Ewropî ji ber tirsa ku bikevin nav pevçûnek nepêşbînîkirî ku armancên wê nayên fêmkirin û ji hêla welatiyên wan ve ne populer e, beşdarbûna rasterast di operasyonên leşkerî yên Amerîkî-Îsraîlê yên li dijî Îranê de red kirin.

 

Trump li ser helwesta Ewropayê got ku wan "xeletiyeke pir bêaqil" kiriye ku tevlî operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê nebûne.

 

Şansolyeyê Alman Friedrich Merz bê guman red kir ku beşdarî hewldanek cîhanî ya li dijî Îranê û keştîyan ji bo vekirina Tengava Hormuzê bibin ku girtina wê gefê li aboriya cîhanî dixwe.

 

Serokê partiya rastgir a Alternatîf ji bo Almanya (AfD) Tino Chrupala, got: "Donald Trump wekî serokê aştiyê dest pê kir û wê jiyana xwe wekî serokê şer biqedîne."

 

Anketa ku ji hêla servîsa lêkolînê ya ARD Deutschlandtrend ve hatî kirin nîşan da ku ji sedî 58ê Almanan li dijî şer in û ji sedî 25 jî piştgirî didinê.

 

Li Fransayê, Serokkomar Emmanuel Macron jî got: "Em ne aliyek di şer de ne."

 

Anketa YouGov nîşan da ku ji sedî 49ê Brîtanîyan li dijî êrîşan in, li gorî ji sedî 28ê ku piştgirî didin wan.

 

Gelê Spanyayê li gorî Anketa ku ji hêla pargîdaniya Spanyayê 40DB ve hatî kirin ji sedî 68 ji xelkê Spanyayê nerazîbûna xwe ya li hember şer nîşan dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye