Çavkaniyan diyar kirin ku ev gav dikare alîkariya pêkanîna rêkeftina di navbera Sûriyê û Îsraîl de, ya ku bi alîkariya Washingtonê hatiye îmzekirin, bike.
Tê payîn ku baregeh nêzîkî hin deverên başûrê Sûriyeyê be.
Li aliyê din, Berpirsekî Îsraîlî hefteya borî eşkere kiribû ku danûstandinên Îsraîl-Sûriyê berdewam in û nêzîkî temambûnê ne.
Lê Şêwirmendê Karûbarên Medyayî yê Serokê Sûriyê Ehmed Muweffeq Zêdan piştrast kir ku aliyê Sûriyê nêzîkî îmzekirina rêkeftineke ewlehiyê ya bi Tel Avîvê re bû, lê Îsraîl gav paş ve avêt.