Kuweytê dronên êrîşkar ên Îranê têk birin

Kuweytê di roja sêyemîn a êrîşên Îranê de dronên bêmirov têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa fermî ya Rêveberiya Giştî ya Berevanîya Sivîl ya Kuweytê ragihand ku piştî berevaniya hewayî ya Kuweytê rastî êrîşan hat, piraniya dronên li nêzî deverên Rumaysiye û Salwa hatin têkbirin.

 

Kuweyt: Balafirên şer ên Amerîkî ketin xwarê, ekîb sax man

 

Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê Kolonel Saud El-Etwan, diyar kir ku îro sibehê hejmarek balafirên şer ên Amerîkî li Kuweytê ketin xwarê.

Wezareta Parastinê da zanîn ku ti ziyan neghiştiye ekîba balafirê.

Tehranê niyeta xwe ya hedefgirtina baregehên Amerîkî li herêmê piştî ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê êrîşên hewayî li ser Îranê kirin, ragihandibû.

Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê roja Yekşemê ragihand ku herî kêm kesek li Kuweytê hatiye kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûne û hemû birîndar welatiyên biyanî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye