ŞAREDARÊ ŞÎLEYÊ HATE GIRTIN

Şaredarê Şîle ya Stenbolê Ozgur Kabadayi û 4 rêveberên şaredariyê hatin girtin.

reset font size increase font size

Şaredarê Şîle yê CHPê Ozgur Kabadayi ku di 10ê Tîrmehê de li Stenbolê bi tohmetên "avakirina rêxistinê ji bo kirina sûc", "bertîl", "desteserkirina pereyan" û "sexteya îhaleyan" hatibû binçavkirin, hat girtin.

Ji xeynî Kabadayî, Sekreterê Giştî yê berê yê Şaredariyê Oguz Kaçmaz, Alîkarê Şaredar Tuncay Tolga Ozçakmak, parêzerê ji karên hiqûqî yên şaredariyê Alî Şafak û Midûrê Lîsansê Evren Buçhan jî hatin girtin.

KABADAYI:'MIN DESTHILAT DABÛ CÎGIRÊN XWE'

Kabadayı di îfadeya xwe de got: "Dema ku min dest bi kar kir, min desthilat da cîgirên xwe. Ez ji ti bêserûberiyê agahdar nînim. Kesê ku di hin beşan de wekî şaredar tê binavkirin ne ez im. Cîgirê Şaredar T.T.Ö ye."

Asli Kotan ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. 

Bi girtina dawî re hejmara şaredarên CHP’î yên hatine girtin derket 17’an. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24