Îsraîlê 154 girtiyên din ên Filistînî berdan

Di derbara peymana aşyiyê de, îro Îsraîlê 154 girtiyên din ên Filistînî berdan û hejmara girtiyên ku hatine berdan gihêşt nêzî 2000 girtî. Yekîtiya Ewropayê tekez kir hewldanek ji bo tevlîkirina erdên dagirkirî bi Îsraîlê re, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. komên Filistînî yên ku li Qahîreyê civiyan, daxwaza avakirina hêzeke navneteweyî kirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke ku peymaneke aştiyê û agirbestek li Xezeyê hatiye ragihandin.

Îro, Hikûmeta Îsraîlê 154 Filistînî berdan. Piraniya kesên ku hatine berdan, bi hincetên wekî kuştin, endamtiya rêxistina terorê û sûcên din ên tundiyê, cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn.

Bi vê yekê hejmara girtiyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine berdan, gihêşt nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî.

Li gorî çavkaniyên herêmê, piraniya kesên ku hatin berdan vegeriyan Xeze û Şerîeya Rojava, lê yên ku cezayê heta hetayê lê hatibûn birîn, şandin Misirê.

"Dibe ku girtiyên bibin qeter, Tirkiye, Pakistan an jî Malezyayê"

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku Qeter mesrefên wan kesan ên li Misirê dide û di rojevê de ye ku wan bibin Qeter, Tirkiye, Pakistan an jî Malezyayê.

Birêvebiriya Filistînê: Nêzîkî 11 hezar  Filistînî di girtîrehên Îsraîlê de ne

Birêvebiriya Filistînê, ragihand ku li girtîgehên Îsraîlê nêzîkî 11 hezar girtiyên Filistînî hene.

Yekîtiya Ewropayê: Em desthilata ser axên ji hazîrana 1967an nas nakin

Ji aliyekî din ve, Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku, li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ew desthilatdariya Îsraîlê li ser axên ku ji Hezîrana 1967an vir ve dagir kiriye, nas nake û da zanîn ku her hewldanek ji bo tevlîkirina erdên dagirkirî bi Îsraîlê re, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.

Bedir Ebdul Etî: Divê şert û mercan xurtkirina agirbestê werin bicihkirin

Wezîrê Karên Derve û Koçberiyê yê Misrê Bedir Ebdul Etî, tekez kir ku bicîhanîna tam a şert û mercan xurtkirina agirbestê, rawestandina şer û dû re destpêkirina pêvajoya ji nû ve avakirinê misoger dike.

Trump: Îsraîl şerîaya rojava tevlî xwe nake

Amerîka dengdana Knessetê dengdan ya li ser tevlîkirina Şerîaya Rojava redkir û Trump tekez kir ku Îsraîl soz daye welatên Ereb, ku Şerîaya Rojava tevlî xwe nake.

Trump gef xwar ku ger Îsraîl vê gavê bavêje, ew ê hemî piştgiriya Amerîkayê winda bike.

Vance: Dengdana Knessetê kiryarek bêaqil e

Cîgirê Serokê Amerîkayê James Daveds Vance jî, dengdana Knessetê rexnekir, ew wekî "kiryarek bêaqil û heqaretek kesane ji bo wî" bi nav kir û tekez kir ku Trump li dijî wê ye.

"Komên Filistînî yên ku li Qahîreyê civiyan, daxwaza avakirina hêzeke navneteweyî kirin"

Di heman demê de, komên Filistînî yên ku li Qahîreyê civiyan, daxwaza avakirina hêzeke navneteweyî kirin û biryar dan ku kontrola Xezeyê radestî komîteyek ji teknokratên serbixwe yên Filistînî bikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye