Gera yekem a Meclisa gel a Sûriyê li Şamê hat lidarxistin.
Di gera yekem de endamên parlamantoyê sond xwarin.
Meclisa Gel a Sûriyê ji 210 kursiyan pêk tê.
Ji van kursiyan 137 bi rêya komîteyên bilind ên hilbijartinan hatin diyarkirin.
70 kursî jî ji aliyê serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ve hatin hilbijartin.
Tevî ku Kurd pêkhateyeke sereke ya Sûriyê ye, nûnertiya wan a di parlamentoyê de di asteke gelekî nizm de ma.
Tenê 11 parlamenterên Kurd derbasî Parlamentoya Sûriyê bûn.
Ev hejmar jî ji tevahiya kursiyên parlamentoyê ji sedî 4.7 e.
Hevserokê PYD’ê Li Hesekê Ferhan Dawid nerazîbûna xwe li hember Parlamantoya Sûriyê nîşan dan û got:
“Kesên ku cihê xwe di nava perlamantoya Sûriyê de digirin, nûnertiya vîna gelê Kurd nakin.”
Ferhan Dawid: Kesên hilbijartî nûnertiya Kurdan nakin
Her wiha endamê Komîteya Rêveber a Patiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Hesen Biro, anî ziman ku divê bi qasî hejmara Kurdan li Sûriyê, cihê xwe di nava Meclisa Gel de bigirin.
Hesen Biro: Parlamantoya Sûriyê di gelek kêmasiyan re derbas dibe
Her wiha piştî peymana 29’ê çileya 2026’an a di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de ji bo entegrasyonê, hêdî hêdî diyarkirina kursiyan li herêmê jî tê kirin.
Lê ev yek ji aliyê pariyên siyasî ve rastî nerazîbûnê tê û dibêjin bi qasî hejmara Kurdan li Sûriyê divê hejmara kursiyên wan were dayîn.